Peyama nû ya Ocalan: Dema siyaseta tundûtûjiyê bi dawî bûye
PeyamaKurd – Li Enqerê, di salvegera yekem a banga "Aştî û Civaka Demokratîk" de, peyameke nû ya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bi çar zimanan ji raya giştî re hat parvekirin. Ev peyam di encama hevdîtina şandeya DEM Partiyê ya 16ê Sibata 2026an a li Îmraliyê hatiye wergirtin.
Ocalan di peyama xwe de tekez dike ku li cihê siyaseta demokratîk lê hebe, çek dibin "bêwate".
Veguherîna ji şer ber bi 'entegrasyona demokratîk' ve
Ocalan di peyama xwe de balê dikişîne ser girîngiya devjêberdana ji stratejiya têkoşîna çekdarî û dibêje ev ne tenê biryareke fermî ye, belê "devjêberdaneke derûnî ya ji tundûtûjiyê ye".
Ew vî şerê nû wekî "lihevhatineke derûnî ya bi Komarê re" pênase dike. Ocalan diyar dike ku bêyî Kurdan Tirk û bêyî Tirkan Kurd nabe, û daxwaz dike ku ev "ruhê yekîtiyê" ya dema damezrandina komarê ji nû ve were vejandin.
Di peyamê de, Abdullah Öcalan giringiyeke taybet dide daxuyaniyên dawî yên lîderên siyasî yên Tirk. Ew îradeya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, banga lîderê MHPê Devlet Bahçelî û beşdariya lîderê CHPê Ozgur Ozel wekî pêngavên erênî û giring nirxandine. Her wiha bi hesret û rêz ve bîranîna siyasetmedar Sırrı Sureya Onder jî kiriye.
Ocalan ji bo çareseriyê balê dikişîne ser du xalên bingehîn:
- Hemwelatîbûna Destûrî: Divê hemwelatîbûn ne li ser bingeha neteweyekê, lê li ser bingeha girêdana bi dewletê re be, ku tê de azadiya ol, ziman û nasnameyê wekî garantiyekê hebe.
- Hêza Jinê: Ocalan jinan wekî "pêkhateya herî azadîxwaz" û hêza motor a entegrasyona demokratîk pênase dike, û dibêje tu pergal bêyî mafên jinan nikare li ser piyan bimîne.
Ocalan di dawiya peyama xwe de bang li hemû beşên civakê dike ku ji "qonaxa neyînî" derbasî "qonaxa avakirinê" bibin û di bin serweriya hiqûqê de berpirsiyariya avakirina civakeke demokratîk bigirin ser milê xwe.