TR KU SO
FB X
Cîhan

Peymana Sedsalê îro li NY tê nîqaskirin

Admin H
Nivîskar
📅 04 sibat 2020 22:08

PeyamaKurd - Balyozê Belçîka yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Marc Pecsteen ragihand ku wê îro civîneke girtî bi amadebûna zavayê serokê Amerîkayê Trump û şêwirmendê wî Jared Kushner were lidarixistin.

Balyozê Belçîkayê anî ziman ku ev yek wê li ser daxwaza Amerîka pêk were, tevî ku heya niha ti daxwazeke fermî wernegirtiye.

Li gorî dîplomatkaran, “Washington dixwaze nêrîna welatên endam derbarê peymana sedsalê bizane.”

Balyozê Belçîkî diyar kir, “ew li benda daxwazeke fermî ji serokê Filistînî ne jî ku tê çaverêkirin 11ê vê mehê Encûmena Ewlekariyê ji bo wan bicive.”

Rêveberiya Filîstînê jî ragihandibû ku ew dê mijara parçekirina xaka xwe bibin ber Encûmena Ewlekariyê ya NYyê.

Li gorî zanyariyan plana ku Trump eşkere kiriye, zavayê wî Kushner bixwe amade kiriye û ji Filistîniyan tê xwestin paytextekê li rojhilatê Orşelîm (Quds) ji xwe re bibijêrin û wê Orşelîm jî paytexta Îsraîlê bimîne.

Parve bike: