TR KU SO
FB X
Cîhan

Pistî êrîsa ser merasîma Noelê sîn hat ragihandin: Herî kêm 5 kustî, zêdetirî 40 birîndar hene

Admin H
Nivîskar
📅 22 mijdar 2021 19:27

PeyamaKurd – Li eyaleta Wisconsin a Amerîkayê wesayîtekê ajot nav qerebalixa merasîma Noelê ku li gorî zanyariyan herî kêm 5 kes hatine kuştin.

Li bajarê Milwaukee yê eyaleta Wisconsin, di dema merasîmên Noelê de, di rêya ji trafîkê re hatibû girtin de wesayîtekê ajot ser qerebalixê ku li gorî ragihandina polîsê deverê di bûyerê de herî kêm 5 kesan can daye û zêdetir 40 kes jî birîndar bûne.

— ??? ?... (@bud_cann) November 22, 2021 ;

Berpirsê polîsê Waukesha Dan Thompson daye xuyakirin, wesayîta daye nav qerebalixê hatiye dîtin û kesê gumanbar jî hatiye girtin ku hîn nasnameya wî nehatiye eşkere kirin.

Piştî bûyerê şîn hat ragihandin û sibe li bajarê Waukesha dibistan wê girtî bin. 

Parve bike: