TR KU SO
FB X
Cîhan

Pistî hevdîtinê yekem peyama Kiliçdaroglu: Yekitî û hevgirtin ji mirinê pê ve her tistî têk dibe

Admin L
Nivîskar
📅 03 adar 2023 15:30

PeyamaKurd – Piştî civîna Tifaqa Netewî serokên giştî derbarê hevdîtinê de parvekirin kirin. Kiliçdaroglu got, "Yekitî û hevgirtin ji mirinê pê ve her tiştî têk dibe."

Tifaqa Netewî ya ku ji aliyê CHP, ÎYÎ Partî, Saadet, DEVA, Partiya Pêşerojê û Partiya Demokrat ve hatiye avakirin, do cara 12. li civiya.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ku li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û got, "Yekitî û hevgirtin ji mirinê pê ve her tiştî têk dibe." <

— Kemal Kılıçdaroğlu (@kilicdarogluk) March 2, 2023 >

Tê payîn ku Kiliçdaroglu îro bi rayedarên Partiya SOL û TÎPê re hevdîtinê bike.

Di vê navberê de siyasetmedar, rojnamevan û pisporên pêwendiya siyasî yên ku di civîna Partiya Saadetê de ji K24ê re axivîn, diyar kirin ku di nîqaşên ev nêzî salek e berdewam dikin de navê Kiliçdaroglu derketiye pêş.

Di daxuyaniya 6 lîderan a piştî civîna do ya Tifaqa Netewî de hat ragihandin, "Di namzetê Serokkomariyê yê hevpar de lihevkirinek hevpar pêk hatiye" û daxuyaniya dawî wê di 6ê Adarê de bê dayîn.

Tê zanîn ku ÎYÎ Partî ku heta roja dawî gotinên xwe yên 'namzedê serketinê' berdewam kir, xwe ji namzetiya Kemal Kiliçdaroglu dûr girt. Li aliyê din 4 partiyên din jî nêzî namzetiya Serokê Giştî yê CHPê ne.

Piştî civîna ku namzetê hevpar nehat diyarkirin, endamên CHPê kêfxweş in, lê ji bo endamên ÎYÎ Partiyê rewş cuda ye.

Ji ber ku piştî civînê Cîgirê Serokê Koma ÎYÎ Partiyê Erhan Usta axivî û diyar kir, di civîna dawî ya Maseya Şeşqolî de li ser namzetê serokomariyê lihevkirin çênebû.

Herwiha piştî hevdîtinê Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu, Serokê Partiya Demokrat Gultekîn Uysal, Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu, Serokê Partiya DEVA Alî Babacan parvekirin kirin, lê Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener hê tu parvekirin nekiriye.

Hat ragihandin, Serokê Giştî yê CHPê Kiliçdaroglu û Serokê Giştî yê ÎYÎ Partiyê Akşener piştî civînê wê li navenda partiyê bi xebatkarên xwe re bicivin.

Daxuyaniyên Rêveberên Giştî wiha ne: <

>
Parve bike: