TR KU SO
FB X
Cîhan

Pistî hilbijartinan, li Brezîlyayê xwepêsandan dest pê kirin

Ruken güler
Nivîskar
📅 01 mijdar 2022 19:00

PeyamaKurd- Piştî hHilbijartina Serokatiya Dewletê ya ku roja yekşemê li Brezîlyayê bi encam bû, alîgirên Jair Bolsonaro yê ku di hilbijartinê de bi ser neket, dest bi xwepêşandanên girseyî kirin.

Di encama hilbijartina Brezîlyayê de ku Serokê Berê yê Dewleta Brezîlyayê Luiz Inacio Lula da Silva bi ser ket, ajokarên kamyonan ên ku alîgirên namzedê serokatiyê Jair Bolsonaro bûn, li deverên cuda yên welêt rêyên otobanê girtin û xwepêşandan kirin.

Li gorî nûçeyên çapemenya Brezîlyayê, di encama hilbijartinê de van xwepêşandanan di serî de bi çend kesan dest pê kirine lê belê piştre ji 27 eyaletan, li 20 eyaletan belav bûne û bûyerên rêgirtinê gihîştine 300î.

Parve bike: