TR KU SO
FB X
Cîhan

Pizişkiyan: Hin welat hewl didin navbeynkariyê bikin

Admin H
Nivîskar
📅 06 adar 2026 19:33

PeyamaKurd - Serokomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan, îro 6ê Adarê ragihandin ku hinek welat hewl didin ji bo rawestandina şer navbeynkariyê bikin, lê divê aliyê navbeynkariya wê bikin Amerîka û Îsraîl bin.

Pizişkiyan diyar kir ku ew pabendî aştiyeke mayînde ne, lê ew dê rûmeta welatê xwe bê dudilî biparêzin.

Herwiha Serokomarê Îranê diyar kir, ew ne muxatabê navbeynkaran in, divê yên ku gelê Îranî piçûk dibînin û ev agir pêxistine bibin muxatabê navbeynkariyê.

Parve bike: