PKKê mesajek wesand: Ji bo azadiyê dereng nemînin
Konseya Rêvebiriya PKKê, ji bo Efrînê mesajek weşand: Heke kes dixwaze ji bo azadî û demokrasiyê tiştekî bike, îro tam dema wê ye. Sibe wê gelekî dereng be.
Ji aliyê Konseya Rêvebiriya PKKê ve, ji bo Efrînê mesajeke nivîskî hate weşandin û di mesajê de hate diyarkirin ku operasyona Tirkiyê û çeteyên wê, operasyona vegirtin û dagirkeriya Kurdistanê ye. Şervanên Efrînê di şêr de wezîfeya xwe bi zêdeyî anîn cih. Lê ji bo her kesî berpirsiyariyek heye.
Hatef ragihandin ku ev operasyona li dijî Efrînê; bi erêkirina NY, Amerîka, NATO, Yekîtiya Ewrûpayê, Rûsya, Esed û Îranê dest pê kiriye. Ev şer; mezlûmên mafdar û artêşên xwînmij û dagirkeran û di heman demê de alîkarên dagirkeran jî eşkere dike. Bi saya şerê Efrînê, miorvahiya roja me, di azmûneke dijwar re derbas dibe.
Bi rastî di van her du mehên dawî de, gelê Efrînê û şervanên Kurd li dijî xwînxwer û çeteyên wehşî, bi mêranî û mêrxasî tekoşîna xwe dan. Êdî wezîfe dikeve ser milê hemî mirovan. Heke kes dixwaze ji bo azadî û demokrasiyê tiştekî bike, îro tam dema wê ye. Sibe wê gelekî dereng be.