Plasschaert: Gendelî nahêle ku li Iraqê reform bên kirin
PeyamaKurd - Nûnera Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Iraqê Jeanine Antoinette Hennis-Plasschaert di panela Dîdara MERI de got, ‘Gendelî Iraq xistiye wê rewşê ku êdî çaksazî nikarin bên kirin.’
Plasschaert diyar kir: “Di 20 salên borî de li Iraqê sîstemek di bin navê yekîtiya niştimanî de hatiye avakirin û ew rêxistina ku hatiye avakirin gendelî ketiye nav û vê jî wisa kiriye ku nahêle Iraq bipêe biçe. Wan dest daniye ser hemû çavkaniyan û berjewendiyên xelkê jî piştguh kirine.”
Nûnera NY da zanîn, aliyên siyasî, bazirgan û berpirsên payebilind bi awayekî nûnertiya wê sîstema gendeliyê dikin û got: “Sîstema Iraqê pêwîstî bi çaksaziyên sîstematîk heye, ji bo wê jî pêwîstiya me bi karakter heye.”
Jeanine Plasschaert bi bîr xist, “Dema di navxwe de bihêz nebî, tu rê ji bo aliyên derve vedikî ku destwerdanê bikin. Em welat birêve nabin, em tenê piştevaniyê lê dikin.”
Plasschaert bal kişand ser: “Çend hefte berî niha derbarê êrîşên Tirkiye û Îranê de gotûbêjên me ligel hin berpirsên kurd çêbûn û daxwaz ji min kirin ku vê pirsgirêkê çareser bikim. Ez nikarim çareser bikim. Em piştevaniyê dikin. Lê divê hûn di navxwe de bihêz bin.”