Cîhan
Polîs li Moskovayê parêzerê Navalni xistin bin çav
PeyamaKurd – Li Moskovayê parêzerê muxalifê desthilata Rûsyayê yê Navalni, Vasiliy Dubkov ji terefê hêzên asayîşê de hat binçavkirin. Nalavnî demekî berê di zîndanê de jiyana xwe ji dest dabû û piraniya siyasiyên dinyayê di mijarê de Putin tewanbar kiribûn.
Li gor çapemeniya Rûsyayê; Dubkov li bajarê Şçerbinka yê bi ser Moskovayê de birine navenda polîsan û bi tewana ‘xerabkirina rewşa giştî’ xistine bin çav. Her çendîn wezareta karên derve ya Rûsyayê mijarê piştrast nake jî, tê gotin ku wê polîs îfadê parêzer bistîne û wî bibe dadgehê
Parêzer Dubkov, ji bo tesbîta cesedê Navalni bi diya Navalni Lyudmila Navalnaya re çûbû Salekhardê.