Cîhan
Polîsê fransî beriya xwepêşandanên nû kete amadebaşiyê
PeyamaKurd - Piştî bûyerên talan, agirberdan û tundûtûjiyê yên di xwepêşandanên 17ê Cotmehê de, Wezîrê Karên Navxwe yê Fransayê Laurent Nunez ragihand ku ji bo xwepêşandanên nû, li seranserê welêt 70 hezar polîs û cenderme hatine peywirdarkirin.
Nunez di civîneke çapemeniyê de da zanîn ku ji bo pêşîgirtina li dubarebûna êrîşên li ser avahiyên giştî û cihên kar, planeke berfireh a ewlehiyê hatiye amadekirin.
Di vê çarçoveyê de nêzî 20 wesayîtên zirxî yên cureyê Centaure, 15 wesayîtên destwerdana bûyeran, helîkopter, dron û tîmên taybet ên mîna RAID, GIGN û BRI hatine amadekirin û hinek destûrên hêzên ewlehiyê jî ji bo vê operasyonê hatine dirêjkirin.