Polonyayê, plana xwe ya li dijî Rusyayê ragihand!
PeyamaKurd- Alîkarê Wezîrê Karên Berevaniya Polonyayê ragihand ku di derbarê lêkirina dîwarekî ya di navbera sînorê Plonya û Rusyayê de pansaziyeke wan heye û bi vê planê jî peyameke wan a zelal ji bo Rusyayê heye.
Alîkarê Wezîrê Berevaniya Polonyayê Wojciech Skurkiewicz, bi rêya bernameya ZET radyoyê ragihand ku plansaziya wan a lêkirina dîwêr a navbera Rusya û Polonyayê heye lê belê ev hîn jî plan e, ji bo derbasî jiyanê bibe, hîn tiştek nehatiye kirin.
Her wiha hat diyarkirin ku Serokê Buroya Ewlehiya Neteweyî ya girêdayiyê Serokomarê Polonyayê Andrzej Duda; Jacek Siewiera jî piştî civîna xwe ya bi serkirdeyên Polonyayê re daxuyaniyek daye çapemeniyê û daye zanîn ku bariyera li sînorê Kaliningradê hatiye lêkirin, peyameke vekirî ya ji bo Moskowê ye.
Siewiera diyar kir ku ew li ser bandora şerê navbera Rusya û Ukraynayê ya li ser Polonyayê û pirsgirêkên koçberiyê rawestiyene. Her wiha eşkere kir ku li sînorê Polonya û Belarusê bi awayekî ber bi çav koçberiya dijyasayî zêde dibe û nîşaneyên ku li Kaliningradê rotayên nû yên firînê hatine damezirandin hene û ev jî cihê fikarê ne.
Jacek Siewiera di dawiya daxuyaniya xwe de got,
“Li Polonyayê li Kaliningradê bariyereke bi çît û elektronîk lê kiriye. Ev ji bo Federasyona Rusyayê, peyameke zelal e ku Polonya di wê ferqê de ye di êrîşeke hibrit de Rusya koçberan wekî berdêl bi kar bîne.”