TR KU SO
FB X
Cîhan

Pompeo: Êdî dema destguhertinê hatiye

Admin H
Nivîskar
📅 06 gulan 2019 03:24

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo li ser hesabê xwe yê Twitterê girtevîdyoyek belav kir û bang li gelê Venezuelayê kir û got, êdî dema destguhertina deshilatdariyê hatiye.

Pompeo palpiştiya xwe bo gelê Venezuelayê di rêya azadî û demokrasiyê de nîşan da û diyar kir, “Mafê we heye hûn ji sazî, artêş û serokên xwe vegerandina demokrasiyê bixwazin.”

Pompeo got ku dê wêrekî û dengên ji Venezuelayê azadî û aramiyê dabîn bike û ew jî wekî Amerîka  di rêya azadî û aramiyê bi wan re ne.

Wezîrê amerîkî beriya niha jî fişarên rejîma Nicolas Maduro şermezar kiribûn û piştgirî dabû Juan Guaidoyê xwe wekî serokê demkî yê Venezuelayê ragihandiye.

Parve bike: