Cîhan
Pompeo: Ger WHO xwe neguherîne Amerîka dê ti car alîkariya wê neke
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo diyar kir ku divê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO) di sîstema xwe de guherînên mezin çêke.
Mike Pompeo da zanîn ku ger WHO xwe neguherîne dibe ku Amerîka careke din bi ti awayî alîkariya wê rêxistinê neke.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, hefteya borî gotibû ku WHO piştgiriya Çînê dike û alîkariya diravî ya bo wê rêxistinê rawestandibû. Pompeo got, “Amerîka belkî careke din bi ti awayî nehêle ku bacên Amerîkiyan ji WHO re here.”
WHO îdiayên berpirsên Amerîkî red dike û Çîn jî dide zanîn ku wan ser vîrusa korona tiştek veneşartiye.
Amerîka di sala 2019an de pirtir ji 400 mîlyon dolar alîkarî dabû WHO ku ew 15 ji sedê budçeya wê rêxistinê ye.