Pompeo ji bo Erdogan got, 'dîktator', ji Tirkiyê bersiv nehat!
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, beriya ku erka xwe dewrî rêveberiya nû ya Amerîkayê bike, doh Şemiyê di twîteke xwe de, wêneyê keşe Brunson ku li Tirkiyê hatibû girtin û piştre bi danûstandina Trump û Erdogan hatibû berdan belav kir.
Pompeo li ser wêneyê Brunson, Trump û xwe bal kişand ser radestkirina keşeyê Amerîkî ji aliyê Tirkiyê ve û got, “Me ji bo welatiyên we vegerînin mal ti caran pere nedan. Lihevkirina wisa dê zêdetir rê ji rehînkirinan re veke. Me îtibara Amerîkayê ji nû ve bi dest xist. Êdî ji bo dîktator û zorbeyan xetên sor ên zêtir û paletên diravan nînin.”
Piştî vê twîta Pompeo gelek kesan bal kişand ser ku ji Erdogan re gotiye dîktator û zorbe.
Heta niha ji aliyê Tirkiyê ve bi fermî ti daxuyaniyek derbarê twîta Pompeo de nehat dayîn.
We never, ever paid to get our people home. Appeasement invites more hostage-taking. We restored America's credibility. No more phony "redlines" or pallets of cash to dictators and bullies. #Realism #AmericansFirst pic.twitter.com/q164zukiSf
— Secretary Pompeo (@SecPompeo) January 1, 2021