Cîhan
Pompeo: Wê Amerîka 696 milyon dolar alîkariyê bide xelkê Sûriyê
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo îro Sêşemê ragihand ku ew dê 696 mîlyon dolar alîkarîya mirovahî bidin gelê Sûrîyê, lê belê Pompeo behsa çawaniya gihandina wê alîkariyê nekir.
Pompeo got, “Wek bersîvdana krîza ku rejîma Esed, Rûsya û hêzên Îranî bûne sedem, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) alîkarîya mirvoahî ya zêdetirî 696 mîlyon dolaran dide gelê Sûrîyê.”
Pompeo bal kişand ser ku Stratejîya Ewlehîya Netewî ya Amerîka girîngîyê dide alîkarîya kesên derbider bûne û diyar kir, “Amerîka hem li Sûrîyê û hem jî li her derê cîhanê welatê yekem e ku bi dilxwazî alîkarîya mirovahiyê pêşkêş dike.”
Pompeo herwiha got ku bi alîkarîyên vî rengî, Amerîka hewil dide li her derê êş û kovana mirovahan kêmtir bike.