TR KU SO
FB X
Cîhan

Proseya nemzedbûna bo serokomariya Iraqê ji nû ve dest pê kir

Admin H
Nivîskar
📅 08 sibat 2022 22:04

PeyamaKurd – Serokatiya Parlamentoya Iraqê eşkere kir ku îro Sêşemê deriyê namzediyê ji bo posta serokomariya Iraqê ji nû ve hatiye vekirin.

Serokatiya Encûmena Nûneran a Iraqê ragihand, ji ber ku dema destûrî ya ji bo hilbijartina Serokomar bi dawî bûye û Serokomar nehatiye hilbijartin, îro Serokatiya Encûmena Nûneran civiya ye.

Li gorî daxuyaniyê xwe namzedkirina ji bo posta serokomariya Iraqê sibe Çarşemê dest pê dike û 3 rojan dewam dike.  

Hêjayî gotinê ye, di civîna doh 7ê Sibatê de, ji ber boykota aliyên siyasî Parlamentoya Iraqê dengdana hilbijartina serokomarê nû bi paş xistibû û îro Sêşemê jî ji nû ve proseya namzediyê hat destpêkirin.

Parve bike: