TR KU SO
FB X
Cîhan

Pûtîn: Bi saya pistgiriya gelê Kurd em li Sûriyê bi ser ketin

📅 30 mijdar 2019 18:38

PeyamaKurd – Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn derbarê Rojavayê de nirxandinek kir û got, bi saya piştgiriya gelê Kurd em li Sûriyê bi ser ketin.

Nûçe derketibûn ku di Civîna Konseya Peywendiyên Etnîkî ya Rûsyayê de li bajarê Nalçik ê Rûsyayê de hinek pisporên rûsî di bernameyeke televîzyonî de heqaret li gelê Kurd kiribûn û manîpulasyon kiribûn.

Pûtîn derbarê vê mijarê de axivî û got, “Min divê bibêjim ku ji mêj ve peywendiyên me bi gelê Kurd re her tim xweş bûn. Hetta dikarim bibêjim ku ev destkeftiyên me yên li sînorê Sûriyê û Tirkiyê bi piştgiriya Kurdan pêk hat û tiştên têne kirin di berjewendiya wan de ne. Ew ji vê yekê fêm dikin û ji dil nêzî mijarê dibin."

Pûtîn amaje kir ku, li herêmên Kurdî bi awayekî gelek germ nêzî lêşkerên me dibin û wiha pê de diçe, “Çimkî ew di wê baweriyê de ne ku artêşa Rûsyayê ji bo wan bipapêzê li herêmê ye.”

Serokê rûsî di berdewamiya axaftina xwe de got, kî çi dibêje û çi dike ez nizanim lê mirovên herêmê ew însanên mutedîl in û guh nadin van kelevajiyan.

Parve bike: