Putin, bi sedema "roja serkeftinê" 2 roj agirbesê ragihand
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Valadimir Putin bi sedema roja serkeftinê ku dibe roja di şerê cîhanê yê duyem de ku Yekîtiya Sowyeta wê çaxê li dijî Almanya Nazî biserket û Almanya faşist têk çû, ji bo 8-9ê Gulanê ji bo Ûkraynayê agibesê ragihand.
Rûsya ragihand ku eger Ûkrayna li pey agirbesê neçe dê payîtexta Ûkraynayê Kievê bide ber fuzeyan.
Ûkrayna ragihand ku teklîfê ji Rûsyayê nestendine an Rûsya vê teklîfê lê nekiriye û agirbes yek aliye. Wezareta bergiriya Rûsyayê di daxwuyaniya xwe de weha got:
“Li gor biryara ku serfermandar (Putin) daye, bi sedema roja serkeftinê, di 8-9ê Gulanê de agirbesê radigihîne û em bi hêvîne ku Ûkrayna li pey agirbesê here.”
Wezaretê di daxwuyaniya xwe de got ku Zelenskiy ji bo roja serkeftinê tehdîda êrîşa Moskovayê kiriye lê dê Rûsya ji bo wê rojê tedbîrên xwe bibîne. Di rojên weha de Rûsya ti tacê êrîşan nebiriye ser Ûkraynayê.
Wezareta bergiriya Rûsyayê ragihand ku eger di wan rojan de Ûkrayna êrîşê Moskovayê bike, divê bineciyên Kîevê û mîsyonên li wê derê yên biyanî terka Kîevê bikin.