Cîhan
Putin bo ser rawestînin bang li Azerbaycan û Ermenîstanê kir
PeyamaKurd – Bo şerê li Nagorno – Qarabaxê rawestînin û agirbestê ragihînin, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bang li rêberên Azerbaycan û Ermenîstanê kir.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin da zanîn, divê fikrên li ser hevdîtinên aştiyê yên welatên cihê binirxînin û di nav wan de Tirkiye jî heye.
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan hefteya borî gotibû, divê ew di peyvajoya aştîyê ya Azerbaycan û Ermensitanê de cîh bigirin û dabû zanîn, Rûsya bi awayekî neyinî li vê fikrê nanêre.
Rayedarên Ermenîstanê di daxuyanîyên xwe de dibêjin, ji ber Tirkiye alîgirê Azerbaycanê ye, naxwazin di peyvajoya aştiyê de cîh bigire.