Putin: “Donbas perçeyekî Rûsya yê”
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Valdimir Putin ragihandibû ku wê îro biryara naskirin an nenaskirina rêvebiriyên herêmên li rojhilatê Ûkraynayê yên Donetsk û Luhanks ê bide û îro derket ber çapemeniyê. Putin got ku weka dirokî, Donbas perçeyekî Rûsyayê ye û Ûkrayna ji bo Rûsyayê ne tenê cîran her weha hevrê û mirovên wan in.
Putin ragihand ku rewşa li Donbasê rewşekî krîtîke û ketiye halekî şiddetê. Li gor ragihandina Kremlînê; Putin di axaftina xwe ya bi telefonê ya bi serokwezîrê Almanya Olaf Scholz û bi serokê Fransayê Emmanuel Macron re gotiye ku wê Komara Gel ya Donetskê û Komara Gel ya Luhanskê nasbike û biryarnameya wan îmze bike.
Biryara Putin xeyalên Macron û Scholz şikandiye lê her dû lîder gotine ku ew amade ne hevdîtinan dewam bidin kirin.
Piştî van bûyeran Ûkrayna xwest ku Konseya Ewlehiyê ya NY bicive.