TR KU SO
FB X
Cîhan

Pûtin, Erdogan û Rûhanî li Stenbolê dicivin

📅 01 nîsan 2018 23:17

PeyamaKurd - Serokê Rûsya û serokommarên Tirkiye û Îranê di 3ê Nîsanê de li Tirkiyê careke din dicivin.

Serokkomari Îranê Hesen Rûhanî roja sêşemê ango 3ê Nîsanê berê xwe dide Tirkiyê da ku beşdarî tora duyemîn a hevdîtina sêalî ya di navbera serokê Rûsya Pûtin û

Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan bibe.

Di hevdîtina sêalî de, wê rewşa Sûriyê û hevkariya di navbera wan de were nîqaşkirin. Di demeke ku li Sûriyê guhartina demografî çêdibe, Pûtin, Erdogan  Rûhanî li hev dicivin.

Civîna berî vê li bajarê Soçiya Rûsyayê çêbûyû. Tê çaverêkirin ku di vê civînê de li ser Îdlib, Efrîn, Heleb û deverên din ên Sûriyê biryar werin stendin.

Parve bike: