TR KU SO
FB X
Cîhan

Putin ferman da: Rawestin

Admin M
Nivîskar
📅 27 sibat 2018 00:57

Ajansa Rûs RIA ragihand ku serokê Rûsyayê Vladimir Putin bo alîkariya mirovahiyê bigihê banliyo ya Xûta ya Rojhilat, her roj siet di navbera  09.00 û 14.00 an de wê êrîşên hewayî bidin rawestandin.

Wezîrê Bergiriyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu li ser fermana Putin axifî û got bo tehliya sîvîlên Xûta ya Rojhilat wê korîdora mirovî bê vekirin. Şoygu got: “Koordînat amade ne û wê di demeka nêz de bê beyankirin.”

Xûta Rojhilat ji sala 2012an heya niha di bin kontrola muxalifên rejîmê de ye.

Parve bike: