Cîhan
Pûtîn: Hevkarên min welatên îslamî ne!
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, peyamek ji konferansa ciwanan a Rêxistina Hevkariya Îslamî ya li paytexta Komara Tataristan Kazanê ku girêdayî Federasyona Rûsyayê ye, re şand.
Pûtîn di peyama xwe de, behsa avakirina dinyayeke dadwerane û demokratîk kir û got ku welatên îslamî hevkarên wî yên kevneşopî ne.
Herwiha Pûtîn bal kişandiye ser ku ciwan jî divê ji bo vê armancê hîn çalaktir beşdariyê bikin.