Cîhan
Pûtîn: Ji ber operasyona Tirkiyê dibe ku DAISî birevin
PeyamaKurd – Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin diyar kir, dibe ku ji ber operasyona Tirkiyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê Tirkiye nikaribe rewşê kontrol bike û DAIŞiyên dîlgirtî birevin.
Li gorî ajansa Interfaxê Serokê Rûsyayê Putin beriya serdana xwe ya Turkmenistanê axivî.
Putin got:“Li bakurê Sûriyê herêmên ku milîtanên DAIŞê lê ne hene. Heya niha hêzên Kurdî berevaniya wan dikir. Niha jî artêşa Tirkiyê hewil dide bikeve herêmê û Kurd ji van herêman vedikişin.Ne piştrast im ku Tirkiye bikaribe rewşê kontrol bike û dibe ku di encama vê operasyonê de DAIŞiyên dîlgirtî birevin."