TR KU SO
FB X
Cîhan

Putin: Li hember vê rewsê, tu bijardeyeke din nemabû

Admin L
Nivîskar
📅 25 sibat 2022 13:36

PeyamaKurd Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, do li Moskowê civînek bi karsazan re li dar xist.  Di civînê de, li ser êrîşa Ukraynayê axivî û da zanîn: “Bijardeyeke din nemabû.”

Putin diyar kir: “Rûsya hê jî beşek ji sîstema cîhanî ya aborî ye û em naxwazin ev sîstem têk biçe.”

Serokê Rûsyayê eşkere kir: “Li hember vê rewşê, tu bijardeyeke din nemabû. Hemû hewldanên me negihîştin encamê. Li ser Rûsyayê metirsiya ewlehiyê gihîştibû astekê ku rêyek din li ber me nemabû.”

Putin destnîşan kir; tu pêşketinek li ser daxwazên Rûsyayê çênebû û diyar kir ku wan xwe ji bo sizayan jî amade kiriye.

Parve bike: