TR KU SO
FB X
Cîhan

Pûtîn: Mafê me heye ku em li hedefên wan bixin!

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 06 hezîran 2024 11:44

PeyamaKurd - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bersiva pirsên edîtorên ajansên navneteweyî li foruma aborî ya li  St. Petersburgê da.

Pûtîn derbarê şerê ku li Ukraynayê dewam dike de jî got, "Mafê Rûsyayê heye ku çekên menzîl dirêj bişîne herêmên ku wê li hedefên hesas ên welatên ku çekan didin Ukraynayê bixin."

Pûtîn derbarê rewşa dawî ya li Xezzeyê de jî daxuyanî da.

Pûtîn got, "Em rewşa li Xezzeyê encama têkçûna Amerîkayê dinirxînin" û wiha dewam kir, "Bêyî avakirina Dewleta Filistînê li herêmê aştî pêk nayê."

Pûtîn di berdewamiya gotinên xwe de wiha got: "Tişta ku niha li Xezzeyê diqewime ne wek şer xuya dike, dişibe tunekirina temamê gelê sivîl."

Ji aliyê din ve Pûtîn got, "Erdogan hewl dide nakokiyên di navbera Îsraîl û Fîlîstîniyan de çareser bike."

Parve bike: