TR KU SO
FB X
Cîhan

Pûtîn: Pêwist be em ê ji Sûriyê vekisin

Admin M
Nivîskar
📅 07 hezîran 2018 22:46

PeyamaKurd- Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand ku nema Rûsya li Sûriyê dikeve operasyonên mezin. Êdî hewcedarî pê nemaye.

Putin tevli Xeta Rasterast ya bernameyên welatê xwe bû û bersiva pirsên xelkê  di televîzyonan de rasterast da. Putin weha got:

“Eger pêwist be leşkerên Rûsyayê dikare bilez ji Sûriyê vekişe.”

Putin di derbarê Amerîka de gelek tiştên balkêş got. Her wekî ku Amerîka sînorek daniye bo baziganiya bi dolar û weha got: “Amerîka ew destên ku wî xwedî dikin, gez dike û şaxa darê ya binê xwe jêdike.”

Putin di mijara tevlîbûna şerê li Sûriyê de weha got:

“Operasyonên Sûriyê bo testkirina hêzên leşkerî yên Rûsyayê û bo perwerda wan derfeteka baş bû. Ew operasyon wezîfeya eslî û girîng bû. Berya ew mîlîtan werin nava Rûsyayê têkoşîna li Sûriyê ya li dijî wan baştir bû. Heya ji me re lazim be em ê li Sûriyê bimînin. Me bo mayîna wexteka dirêj bingeheka mezin li Sûriyê dananiye. Kengê lazim be em dikarin bi bilez vekişin.”

Putin ragihand ku Sûriye bo cerbandina sîlihên nû ne polîgon e. Lê sîlihên nû di operasyonên li Sûriyê de hatine bikaranîn.

Parve bike: