TR KU SO
FB X
Cîhan

Pûtîn: Rûsya li Sûriyeyê têk neçû

Admin İ
Edîtor
📅 19 berfanbar 2024 17:46

PeyamaKurd – Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di civîna çapemeniyê ya salane ya ku li paytext Moskowayê hat lidarxistin, li ser mijarên rojane nirxandin kirin.

Pûtîn der barê şerê li Ûkraynayê de ku sala xwe ya sêyemîn ber bi dawiyê ve diçe, got ku rewş gelekî guheriye.

Pûtîn, diyar kir ku ew di rê de ne ku bigihêjin armancên xwe yên şer ên pêşîn, li ser pirsa ku herêma Kurskê ya ku pevçûn lê zêde bûne dê kengê paşde vegere û weha got: “Ez nikarim tarîxekê diyar bidim, xort li wir şer dikin. Lê em ê teqez Kurskê azad bikin.”

Pûtîn her weha diyar kir ku hêzên Rûsyayê li eniyê pêşde diçin.

Serokê Rûsyayê her weha li ser mûşeka nû ya balîstîk a bi menzîla navîn “Oreşnîk”ê ku li Ûkraynayê tê bikaranîn axivî.

Pûtîn got, “Sîstema mûşekî ya Oreşnîk çekeke nûjen e. Tu şansê Oreşnikê tune ye ku bê xistin. Werin em bi Amerîkayê re li ser mûşekên teknolojîk dueloyekê bikin.” 

Pûtîn di nirxandina xwe ya li ser Sûriyeyê de ragihand ku ew plan dike ku bi Esed re hevdîtinê bike ku penaberî Rûsyayê bûye.

Li ser pirsa nûçegihanê amerîkî, wî got, “Ez ê ji Esed bipirsim, bê ka ji “Sûriyeyê hatiye revandin yan na.”

Pûtin got:

“Rûsya li Sûriyeyê têk neçû. Me armancên xwe yên li Sûriyeyê pêk anîn. Rûsyayê 4 hezar çekdarên Îranî ji Sûriyê derxistin. Têkiliyên me bi hemû komên li Sûriyeyê re hene.”

Anî zimên, “350 çekdarên cîhadî derbasî Helebê bûn û 30 hezar leşkerên hikûmetê û serbazên alîgirên Îranê bêyî şer vekişiyan.”

Pûtîn diyar kir ku divê li ser parastina baregehên leşkerî yên Rûsyayê yên li Sûriyeyê bifikirin û weha got: “Me ji hevalbendên xwe re got ku baregehên me ji ber sedemên mirovî bi kar bînin. Heman tişt ji bo baregeha deryayî li Sûriyeyê jî.” 

Wî da zanîn ku Rûsyayê derbarê tesîsên leşkerî yên Rûsyayê de pêşniyar ji rêveberiya nû ya Şamê re kiriye.

Pûtîn diyar kir ku zêdeyî 4 sal in bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re neaxiviye û diyar kir ku ew nizanin dê kengê bicivin lê ew amade ye bi Trump re hevdîtinê bike.

Pûtîn li ser pirsa “Gelo dê Rûsya beriya hevdîtina bi Trump re di rewşeke lawaz de be yan na,” Pûtîn weha bersiv da: “Em xurtir dibin û hemû welatên NATOyê rastî şerê Rûsyayê dê bên.”

Generalê rûs Îgor Kirillov rojek berê ji aliyê Îkraynayê ve hatibû kuştin.

Derbarê vê yekê de jî Pûtîn got ku rejîma Kîevê li dijî welatiyên Rûsyayê kiryareke terorîstî kiriye.

Parve bike: