TR KU SO
FB X
Cîhan

Pûtîn û Kîm peymana bersivdana hevpar a êrîsên muhtemel îmze kir

Admin H
Nivîskar
📅 19 hezîran 2024 21:08

PeyamaKurd – Di hevdîtina Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokê Koreya Bakur Kim Joung un de, peymana stratejîk a dorfireh hate îmzekirin ku li gorî peymanê, ger êrîşek were ser aliyekî ji wan ew dê bi awayekî hevpar bersivê bidin.

Hevdîtina ligel Kim Joung un a ligel Pûtîn ku piştî 24 salan serdana Koreya Bakur kir, bi awayekî zindî di televizyonê de hate weşandin.

Pûtîn li paytext Pyongyangê di civîna rojnamevanî de got ku hevdîtinên wan ên îro yên di warên ewlekariyê û mijarên navnetewî de pir girîng bûn û diyar kir: "Peyamana stratejîk a dorfireh ku îro hate îmzekirin, di bersivdana êrîşên ser aliyekî de dibe alîkar ji herdu aliyan re.”

Herwiha Pûtîn destnîşan kir ku belgeya wê peymanê dibe bingeha hevkariya leşkerî ya herdu welatan.

Kim Jong-un jî îdia kir ku peyman di xwezaya xwe ya parêzvaniyê de, aştîperwer e û wê bihêle derbasbûna piralîbûna cîhanê zûtir pêk were.

Kim diyar kir ku belgeya hatiye îmzekirin, ji bo hevkariya aborî, siyaset û leşkeriyê dibe bingeheke girîng.

Parve bike: