Putin û Muhammed Bin Selman bi telefonê axifîn
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û welîehdê Erebistana Si’ûdiyê Muhammed Bin Selman di rêya telefonê de axifîn û hat ragihandin ku her dû lîder di mijara bazara petrolê ya dinyayê de axifîne. Li ser axaftina her dûyan Krelîm mijarê weha ragihand:
“Serokê dewleta Rûsyayê Vladimir Putin bi rêya telefonê bi welîehdê Erebistanê Muhammed Bin Selman re axifî. Her dû teref razîbûna xwe ya asta têkiliyên niha anîn ser ziman. Her dû teref li ser pêşdebirina têkiliyên aborî û bazirganî û babetên di rojevê de axifîn. Li ser rewşa petrolê ya bazara dinyayê bi awayekî hûrgilî axifîn.”
Her dû alî li ser dewama koordinasyona bazara petrolê ya dinayê, li ser OPEC+ yê xeber dan û ji bo mêzêna enerjiya bazara dinyayê biparêzin, ragihandin ku sozên xwe bicîh anîne.