TR KU SO
FB X
Cîhan

Putin û Netenyahu li Soçiyê hevdîtin

Admin M
Nivîskar
📅 13 îlon 2019 03:44

PeyamaKurd- Serokê dewleta Rûsyayê Vladimir Putin û serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû li Soçiyê hativ cem hev. Di rojeva wan de arîşeyên herêmê û hilbijartinên Îsraîlê hebûn. Mijara ewlekariyê mijareka wan ya din bû ku li serê axifîn. Berya hevdîtina taybet bikin, her dû serok derketin ber çapemeniyê.

Di civînê de behsa arîşeyên rojhilata Navîn hat kirin û di mijara hevkariyê de bûn hemfikir. Putin ragihand ku Netenyahû fêdeyeka zêde daye têkiliyên navbera her dû dewletan û weha got:

“Eger em aşkera biaxifin, bi xêra hewldanên te bo ewlekariya me û hevkariya leşkerî gelek pêşdeçûnên baş çêbûn. Heya xeteriya terora navdewletî hebe, têkiliyên me bêhtir girîng dibin. Ez ê di bîranîna komkujiya Cihûyan ya ji aliyê Almanya de ku bi navên Auschwitz û Holokost her sal tên kirin, herim Îsraîlê. Bo ez tevlî bîranînê bibim, serokkomarê Îsraîlê rêzdar Reuven Rîvlîn min dawet kir da di serê sala nû de herim Îsraîlê. Ji kerema xwe bo Rîvlîn bêje ku ez ê herim bîranînan. Ji şerê duyemîn yê dinyayê û heya niha fikrên me û Îsraîlê eynî ne. Xelkê Yahûdî 25 mîlyon kes wenda kir. Ev rêjeyeka ji dil e.”

Bo hilbijartinan 5 roj maye. Putin ragihand ku mîlyon û nîv xelkê Yahûdî li ser axa Rûsyayê dijiyan û ew hêjî wan weka hemwelatiyên xwe dibîne û dizane bo wan girîngiya hilbijartina parlementoyê çendîn girîng e.

Netenyahû jî behsa Îranê kir û got ku dixwaze di ser Sûriyê de êrîşê dewleta wan bike û hevkariya navbera artêşa her dû dewletan ya Rûsya û Îsraîlê zahf girîng e.

Parve bike: