Putin û Sîsî li Kremlînê hevdîtin kirin
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li Kremlînê bi serokê dewleta Misrê bi Abdulfettah es-Sîsîre civiya. Putin berya zîrwa Rûsya-Afrîka destpêbike dest bi hevdîtinên ku çûn bajarê St. Petersburgê yên bi lîderan re kir. Putin li koşka Konstantin bi Sîsî re civiya û li ser pêşdeçûna Afrîkayê wê muzakereyan bikin.
Putin got ku têkiliyên Rûsyayê bi Misrê re statuyekî taybet heye û projeyên wan yên taybet bi Misrê re hene û weha dewam kir:
“Ez behsa avakirina santrala li Misrê dikim. Her tişt li gor plan dimeşe. Li gor rêjeyên me; sala borî di hecma bazirganiya me de %28,8 zêdebûn heye. Li gor 5 mehên salâ borî îsal %7 zêdebûn heye. Bazirganiya Rûsya ya bi Misrê re dike 1/3 a temamê Afrîkayê.
Ji bilî santralê em ê her weha herêma sanayiya Rûsyayê li Misrê ava bikin. Projeyên me yên din hene ku em ê îro li ser wan biaxifin.”