Putin û Trump li ser Îran û Ukraynayê axivîn
PeyamaKurd - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Amerîkayê Donald Trump di axaftineke telefonî de li ser rewşa Îran, Kendava Farsê û Ukraynayê axivîne.
Şêwirmendê Siyaseta Derve ya Kremlinê Yuriy Ushakov ji rojnamevanan re li Moskowê got ku di navbera Putin û Trump de axaftineke telefonî çêbûye.
Ushakov diyar kir ku axaftin bi qasî saetekê dom kiriye û "bi dilgermî" bûye, û got ku Putin ji bo rojbûna 80-emîn a Trump pîrozbahî kiriye, û Trump jî ji bo Roja Rûsyayê ya ku di 12ê Hezîranê de tê pîrozkirin pîrozbahî li Putin kiriye.
Ushakov herwiha got ku Putin ji bo rola jina Trump, Melania Trump, di pêvajoya ji nû ve yekkirina zarokên Rûs û Ukraynî bi malbatên wan re spasdariya xwe anî ziman.
Ushakov diyar kir ku her du serokan di pêwendiya telefonî de li ser rewşa navneteweyî û têkiliyên Rûsya-Amerîkî axivîne û wiha got:
"Di axaftinê de rewşa derbarê memoranduma ku di navbera Amerîka û Îranê de tê amadekirin de hat nîqaşkirin. Trump diyar kir ku ew nêzîkî lihevkirinekê bi Îranê re ne û hêvî kir ku encamên danûstandinan îro werin eşkerekirin. Trump got ku rêya lihevkirinê zehmet e, di pêvajoyê de gelek astengî hene, ev astengî ne tenê ji rêveberiya Îranê derdikevin û di dawiyê de, hewldanên danûstandinkarên Amerîkî, bi piştgiriya navbeynkarên Pakistanî û Qeterî, encam dane."