TR KU SO
FB X
Cîhan

Putin: Yên rexne dikin, bila ji welatîbûnê bên derxistin!

Ruken güler
Nivîskar
📅 15 mijdar 2022 19:30

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, li ser welatiyên Rus ên ku di derbarê şerê Rusya û Ukraynayê de nûçeyên derewîn belav dikin, pêşniyaza sizayê kir. Hat ragihandin ku heger ev pêşniyaz qebûl bibe, dê rojên dijwar li pêşiya wan kesan dest pê bikin.

Li gorî nûçeya ku ji ajansa dewletê ya Rusyayê RIA Novostiyê hat belavkirin, pêşniyazeke ji nişke ve ji aliyê Vladimir Putin ve hatiye kirin û di vê pêşniyazê de tê xwestin ku ji bo kesên li ser şer nûçeyên derew belav dikin, sizayên giran bên sepandin.

Di yasaya ji aliyê Putin ve hat pêşniyazkirin de tê xwestin ku di derbarê kesên artêşa Rus de nûçeyên bêqîmetkirinê çêdikin û ji bo kesên banga binpêkirina yekparçeyiya Rusyayê dikin û endamên rêxistinên ku nayên xwestin in, ji welatîbûnê werin derxistin.

Parve bike: