TR KU SO
FB X
Cîhan

PYD: Em zimanê gefxwarinê qebûl nakin

📅 19 cotmeh 2018 02:30

PeyamaKurd - Hevserokê PYD radighîne, pirsa rojhilatê çemê Firatê  bi danûstandinan çareser dibe.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD Şahoz Hesen ragihand ku, divê rejîma Sûriyê  metirsiya rasteqîn bizan e, ku ew jî Tirkiye ye û ne rojhilatê çemê Firatê ye. Niha Tirkiye alîkariya DAIŞ û Bereya elNusra dike û hêsankariyan ji bo derbasbûna çekdarên wan her dû rêxistnan dike.

Şahoz Hesen  got jî, ew zimanê gefê ji rejîma Sûriyê qebûl nakin û mijara rojhilatê çemê Firatê bi danûstandinên ligor Destûrek demokrat  ji bo Sûriyê çareser dibe. Da zanîn ku, ew ji danûstandinan re jî, amade ne.

Parve bike: