Qalîbaf bersiv da Trump: Li Amerîka 40 milyon kes hewcedarê kuponên xwarinê ne
PeyamaKurd - Serokê Parlamentoyê û Şandeya Danûstandinan a Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, li ser hesabê xwe yê medya civakî bertek nîşanî daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump da.
Qalîbaf bersiv da gotinên Trump ên ku dibêje, "Îran hewcedarê xwarinê ye, pêdiviya wan bi nan, genim û soyayê heye" û diyar kir ku divê Trump berî her tiştî rewşa welatê xwe bîne ber çavên xwe ku tê de zêdetirî 40 milyon welatî bi kuponên xwarinê yên dewletê debara xwe dikin.
Berpirsê Îranî tekez kir ku tevî hebûna vê pirsgirêka navxweyî ya mezin a li Amerîkayê, tawanbarkirina welatekî din bi birçîbûnê durûtiyeke eşkere ye.
Mihemed Baqir Qalîbaf got ku Washington hewl dide qeyran û kêşeyên xwe yên navxweyî li ser welatên din nîşan bide û bal kişand ser mijara kêmxwarinê ya li nava civaka Amerîkayê.