TR KU SO
FB X
Cîhan

Qasimî: “Emê pistgiriya Tirkiyê bikin!”

Admin V
Nivîskar
📅 12 tebax 2018 12:33

PeyamaKurd- Berdevkê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Behram Qasimî got ku li dijî polîtîkayên Amerîkayê, dewleta Îranê û xelkê wê, li cem Tirkiyê ye.

Berdevkê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Behram Qasimî di televîzyona netewî ya Îranê de axivî û got ku Tirkiye ne bi tenê ye, bila gelê Tirkiye xwe bi tenê hîs neke. Em ê her wextî li cem gelê Tirkiyê bin û piştgiriyê bidine wan.

Qasimî wiha dewam kir: “Divê îradeya gelan bi zor û zextan neyê guhertin. Gelê Tirkiyê muheqqeq wê bi ser bikeve.”

Parve bike: