Cîhan
Qatar diçe zîrwe ya Yekîtiya Ereb
Wezîrê karê derve yê Qatarê Şêx Muhammed Bîn Abdurrahman Al Sanî got ku tevli Zîrwe ya Yekîtiya Ereb ya li Erebistana Si’ûdî dibin.
Sanî, bi rêya ajansa Qatarê ya bi navê QNA yê mijara tevlîbûna Zîrweyê weha ragihand: “Qatar wê tevlî zîraweyê bibe. Ne girînge li kîjan welatiye. Welatê ku zîrwe lê çêbibe, welew ew welat dorpêçê danîbe ser me jî, eger li gor qaîdeyan tevnegere, tevgera wî welatî dibe li dijî qaîdeyan û îhlalê dike.”
Sanî, behsa peymana di navbera welatê wan û Amerîka de ku di dawiya meha yekê de hatibû îmzekirin kir û got eger êrîşek were ser welatê Qatarê, wê Amerîka bi hemû hêza xwe piştgiriya wan bike. Ev jî nîşan dide ku Amerîka ne li cem dorpêçkera ye û dixwaze dermanek ji krîzê re bibîne.