Qatar: Me 2 balafirên Su-24 yên Îranê xist
PeyamaNews - PeyamaKurd – Dewleta Qatarê ragihand ku ew 2 balafirên Îranê yên malên Rûsyayê Su-24 xistine. Bi her dû balafiran re her weha 7 fuzeyên balastîk û 5 heb jî İHAyên ji Îranê avêtine ser axa Qatarê jî xistine.
Ev tê vateya ku eger şer weha dewam bike, wê şer li temamê kendavê belav bibe û êdî ev nayê vateya ku Îran tenê êrîş dike ser baregehên DYAyê yên li welatên Kendavê û cîran. Wezareta bergiriya Qatarê li ser mijarê weha got:
“Wezareta bergiriya Qatarê berya her tiştî bi îzna Xwedayê mezin, bi xêra amadekariya baş û bi xêra koordinasyona navbera meqamên hevpar, em radigihînin ku hêzên hewayî yên Emîrtiya Qatarê, 2 balafirên Su-24 yên ku ji aliyê Îranê de hatine ser axa Qatarê bi serkeftî xistine.
Îro 7 fuzeyên balastîkî û 5 İHA yên ku welatê me kirine armanc, ji aliyê sîstema bergiriyê ya hewayî û hêzên deryayê de, berya bigihên hedefên xwe me ew xistine…”