TR KU SO
FB X
Cîhan

Qedexeya derketina derve bo demeke nediyar hat dirêjkirin

Admin H
Nivîskar
📅 13 nîsan 2020 02:40

PeyamaKurd – Piştî ku 3 rojan ser hev rojane 300 tûşbûyên Covid-19 hatin tomarkirin, li bajarên mezin ên Erebistana Siûdî qedexeya derketina derve hat berfirehkirin.

Wezareta Navxwe ya Siûdî ragihand ku li ser fermana Şah Selman bin Ebdulezîz, li seranserê welat bo demeke nediyar qedexeya derketina derve hat dirêjkirin.

Heta niha li Erebistana Siûdî ku 30 milyon serjimariya wê heye, 4 hezar û 33 tûşbûyên vîrusa korona hatine tomarkirin ku 52 kesan jî can daye.

Parve bike: