Cîhan
Qesra Spî li ser Îranê daxuyanî da
PeyamaKurd - Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt ragihand ku artêşa Amerîkî bi serkeftî zêdetirî 13,000 hedefên stratejîk li hundirê Îranê wêran kiriye û avahiya fermandariya rejîmê paqij kiriye.
Li gorî daneyên hevpar, zêdetirî 150 keştîyên Hêza Deryayî ya Îranê hatine lêdan û filoya binavî ya welêt bi tevahî hatiye bêbandorkirin.
Leavit diyar kir ku bi wêrankirina tesîsên nukleerî re, rêya Îranê ya ji bo pêşxistina bombeya atomî hatiye girtin û got, "Kapasîteyên wan ên moşek û dron bi dehan salan paşde mane."
Hat piştrastkirin ku gelek berpirsên payebilind, di nav de Elî Xamineyî, di operasyonê de hatine kuştin.