TR KU SO
FB X
Cîhan

Qesra Spî şandeya lûtkeya Dohayê aşkere kir

Admin H
Nivîskar
📅 29 hezîran 2026 16:24

PeyamaKurd - Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt, derbarê hevdîtina krîtîk a ku li paytextê Qeterê li bajarê Dohayê di navbera şandeyên Amerîka û Îranê de were darxistin, daxuyaniyeke fermî da.

Leavitt aşkere kir ku di vê civînê de Nûnerê Taybet ê DYAyê bo Rojhilata Navîn Steve Witkoff û zaveyê Donald Trump, Jared Kushner dê wekî nûnerên sereke yên Amerîkayê beşdar bibin.

Beşdarbûna Jared Kushner û Steve Witkoff di vê lûtkeya giringiya mezin e ku Serokê DYAyê Donald Trump dide vê piroseya dîplomatîk.

Kushner, ku di serdema yekem a serokatiya Trump de mîmarê sereke yê "Peymanên Îbrahîm" (Abraham Accords) û dîplomasiya Rojhilata Navîn bû, tevî Nûnerê Taybet Witkoff, ji bo rûbirûbûna aloziya dawî ya li Kendavê û kêmkirina rageşiya serbazî ya ligel Tehranê diçe ser maseya gotûbêjan.

Parve bike: