Qeter: Witkoff û Kushner li Dohayê ne
PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Qeterê Mecîd el-Ensarî, li paytext Dohayê daxuyaniyek da çapemeniyê û hûrgiliyên nû yên derbarê hevdîtina krîtîk a navbera Amerîka û Îranê de parve kirin.
El-Ensarî aşkere kir ku Nûnerê Taybet ê DYAyê bo Rojhilata Navîn Steve Witkoff û zaveyê Donald Trump, Jared Kushner gihîştine Qeterê, lê belê ew ê rûbirû ligel berpirsên Îranî necivin.
Li gorî daxuyaniya Berdevk el-Ensarî, şandeya Amerîkayê dê ligel navbeynkaran rûne û li ser pêşveçûnên piroseya danûstandinan gotûbêjan bike.
Bi vî rengî, Qeter wekî pireke dîplomatîk a di navbera Washington û Tehranê de rola xwe ya navbeynkariyê berdewam dike daku aloziya serbazî ya li Kendavê were kontrolkirin.
Berdevkê wezaretê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser du mijarên din ên pir giring:
Mecîd el-Ensarî ragihand ku pereyên Îranê ya ku li Qeterê hatibû cemidandin û qala serbestberdana 6 milyar dolarî jê dihat kirin, hîn ji Tehranê re nehatiye şandin.
Wî tekez kir ku radestkirina van fonan rasterast bi pêşveçûna danûstandinên navbera Washington û Tehranê ve girêdayî ye.
Ji bo kontrolkirina rageşî û rûdanên gulebarana dualî ya li Tengava Hurmizê, el-Ensarî aşkere kir ku "xeteke taybet a rewşa awarte" di navbera aliyan de tê bikarhanîn. Herwisa da zanîn ku Qeter ji bo ewlehiya derbaskirina keştiyan di tengavê re bi welatê Omanê re di nav koordînasyoneke tam de ye û azadiya seyrûseferê li vê herêmê wekî xeta sor dibîne.