Qeterê piştî êrîşan biryarek derbarê Îranê de da! 24 saet dem da wan!
PeyamaKurd - Qeterê wan kesên ewlehî û leşkerî yên li Balyozxaneya Îranê ya li Dohayê wekî persona non grata îlan kir û daxwaz kir ku di nav 24 saetan de welêt biterikînin.
Piştî êrîşa Îranê li ser Herêma Pîşesaziyê ya Ras Laffan li Qeterê, Wezareta Karên Derve ya Qeterê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Wezareta Karên Derve notnameyek ji Balyozxaneya Îranê ya li Dohayê re şandiye û wan kesên ewlehî, leşkerî û karmendên wan wekî persona non grata îlan kiriye û daxwaz kiriye ku di nav 24 saetan de welêt biterikînin.
Qatar Energy, şîrketa enerjiyê ya neteweyî ya Qeterê, ragihand ku Herêma Pîşesaziyê ya Ras Laffan bi moşekan hatiye lêdan, ku bûye sedema şewat û zerara girîng.
Wezareta Karên Derve ya Qeterê êrîşa Îranê ya li ser Herêma Pîşesaziyê ya Ras Laffan bi tundî şermezar kir.