TR KU SO
FB X
Cîhan

Rahnê Sîstanî sikest û hat emeliyat kirin

Admin H
Nivîskar
📅 16 rêbendan 2020 22:39

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku rahnê merciyê bilind ê Şîeyên Iraqê Ayettullah Elî Sîstanî şikestiye û hatiye emeliyat kirin.

Nivîsgeha merciyê bilind ê şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî îro bi daxuyaniyekê ragihand, şeva borî lingê Elî Sîstanî wergeriyaye û ji ber wê jî rahnê wî yê çepê şikestiye.

Herwiha medya Iraqê jî derbarê mijarê de belav kir ku îro Sîstanî hatiye emeliyat kirin û tîma bijîşkî ya emeliyat pê kaniye gotiye ku emeliyata wî serkeftî derbas bûye.

Parve bike: