TR KU SO
FB X
Cîhan

Ramazan Kadirov dev ji karê xwe berdide

Admin M
Nivîskar
📅 04 îlon 2022 03:58

PeyamaKurd – Lîderê Çeçenan yê ku di şerê Rûsya û Ûkrayna de ji bo artêşa Rûsyayê leşker dişand û bi hevaltiya Putin ya nêz tê naskirin Ramazan Kadirov got:

“Ez dibêjm êdî wexta devjêberdana desthilatê hatiye.”

Ramazan Kadirov ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê Tetelgramê de kir. Lê tê gotin ku demên dawiyê de navbera Kadirov û Putin nexweşe. Kadirov weha dewam kir:

“Ez dixwazim bê dawî navberê bidim karê xwe. Min dît ku wextekî dirêjê ez li heman ciyî me. Ez dibêjim êdî wextê dev ji karberdanê hatiye.”

Parve bike: