TR KU SO
FB X
Cîhan

RAPIRSÎ | Ji sedî 8.4ê MHPîyan dengê xwe didin Demirtas!

Admin H
Nivîskar
📅 12 gulan 2022 23:02

PeyamaKurd – Kompaniya lêkolînên civakî û rapirsiyan a li Tirkiyê MetroPOLL, encamên rapirsiya xwe ya dawî ya bo hilbijartinên seroktiya Tirkiyê eşkere kir.

Di rapirsiyê de ji bo namzediya serokomariya Tirkiyê pirsa namzedê serokomariyê di gera yekem a hilbijartinan de, yê herî populer hatiye kirin ku li gorî bersiva wiha derketine: ji sedî 40,1ê beşdaran Serokomarê Tirkiyê yê niha Recep Tayyip Erdogan, ji sedî 30,2 Serokê Giştî yê Partiya Komariya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu û ji sedî 15,2 jî Selahattîn Demirtaş nîşan daye.

Li gorî rapirsiyê heger Demirtaş di hilbijartinên serokomariyê yên 2023yan de bibe namzed Erdogan careke din tê hilbijartin.

Di rapirsiyê de ji sedî 10,5ê beşdaran gotiye, ew dê hilbijartinê boykot bikin.

Encameke din a balkêş ya vê rapirsiyê jî ew e ku ji kesên dengên xwe didin MHPê ji sedî 84ê wan gotine dê di hilbijartina serokomariyê de dengên xwe bidin Erdogan û ji sedî 8,4ê MHPiyan jî gotine ew dê dengê xwe bidin Demirtaş.

Herwiha ji CHPiyan jî ji sedî 9ê wan gotine, ew ê dengê xwe bidin Demirtaş.

Parve bike: