TR KU SO
FB X
Cîhan

Rapirsî: Kîjan partî, di çi rewsê de ye?

Ruken güler
Nivîskar
📅 08 gulan 2023 02:00

PeyamaKurd- Kompaniya Lêkolînê ya Avrasyayê, beriya hilbijartinên 14ê Gulanê, rapirsiya hilbijartinê eşkere kir. Hat diyarkirin ku lêkolîn di navbera 27ê Nîsan û 5ê Gulanê de hatiye kirin.

Di agahiyên ku hatin ragihandin de hat destnîşankirin ku di vê rapirsiyê de bi rêya telefonê dan û stendin hatine kirin û bi 5 hezar û 600 kesan re hevpeyvîn hatiye kirin.

Li gorî encamên hilbijartinên parlementoyê, hevparên Tifaqa Cûmhûrê, AK Patriyê 246 kursî û MHP jî 32 kursî bi dest dixe. Ji hevparên Tifaqa Milet jî CHPê 214, ÎYÎ Partî 30 kursiyan bi dest dixe.

Her wiha ji hevparên Tifaqa Partiya Ked û Azadiyê ya Partiya Çep a Kesk 74, TÎP 4 kursiyên parlamentoyê bi dest dixe.

Li gorî encamên bê bêbiryar neyên belavkirin, AK Partî ji % 31,5, CHP ji % 29,5, Partiya Çep a Kesk ji % 8,7, ÎYÎ Partî ji % 7,7, MHP ji % 7,2, TÎP ji % 1,2 bi dest xistiye. Rêjeya bêbiryaran ji % 19,3 ye.

Encamên dema bêbiryar bên belavkirin jî wiha ne:

AK Partî: Ji % 35,1

CHP: Ji % 33

Partiya Çep a Keskan: Ji % 9,7 e

ÎYÎ Partî: Ji % 8,6 e

MHP: Ji % 7,9

TÎP: Ji % 1,5

YRP: Ji % 1,2

Partiya Memleket: Ji % 1,1

Partiya Zafer: Ji % 0,9

Yên din: Ji % 1,1

Rêjeya dengên hevpeymanan di hilbijartinê de wiha ne:

Tifaqa Cûmhûr: Ji % 44,5

Tifaqa Milet: Ji % 41,6

Tifaqa Ked û Azadiyê: Ji % 11,2

Yên din: Ji % 2,7

Li gorî lêkolîna Kompaniya Avrasyayê, dibe ku Kemal Kiliçdaroglu di gera yekem a hilbijartinên serokomariyê de bi ser bikeve û encam bi vî awayî hatin eşkerekirin:

Kemal Kiliçdaroglu: Ji % 50,9

Recep Tayîp Erdogan: Ji % 43.6

Muharem Înce: Ji % 3

Sinan Ogan: Ji % 2.5

Heger hilbijartinên serokomariyê derbasî gera duyemîn bibin, ev encamên derdikevin holê:

Kemal Kiliçdaroglu: Ji % 54,3

Recep Tayîp Erdogan: Ji % 45,7

Parve bike: