Cîhan
Rapirsiya dawî ya hilbijartinên seroktiya Amerîka: Biden bi 8 pûanan li pês e
PeyamaKurd – Li gorî rapirsîna dawî ya New York Times û Koleja Siena a li ser texmînên encama hilbijartinên seroktiya Amerîkayê de, serokê niha Donald Trump 8 pûanan li pey hevrikê xwe Joe Biden tê.
Li gorî encamên rapirsînê Joe Biden %49 û Donald Trump %41ê dengan werdigire.
Rapirsî di navbera rojên 22 Îlon - 24 Îlonê hatiye kirin ku welatiyên Amerîkî ji birêvebirina pandemiya koronayê nerazî ne, lê li ser aboriya welat dibêjin ku Trump baş birêve dibe.
Hilbijartinên Serokatiya Amrîka di navbera herdu namzedên sereke Joe Biden û Donald Trump de 3yê Mijdara 2020an tê encamdan.