Rapora HRANA: Li Îranê rêjeya darvekirinên siyasî %71 zêde bûye
PeyamaKurd - Li gorî rapora HRANAyê (Ajansa Çalakvanên Mafên Mirovan), di pêvajoya şer a 25 rojan û rojên piştî wê de, li Îranê herî kêm 31 kes hatine darvekirin ku 22 ji wan girtiyên siyasî ne.
Li gorî amaran, di sala par de rêjeya darvekirina girtiyên siyasî tenê %7 bû, lê di çaryeka yekem a îsal de ev rêje bi awayekî lez derketiye %71’ê.
Hat ragihandin ku rejîma Tehranê bi tawanbarîyên mîna "sîxurî û endamtiya hêzên mûxalif", sêdarê wekî amûreke bêdengkirina mûxalifan bi kar tîne.
Herwiha 16 xwepêşanderên ku di çalakiyên dawî de hatibûn girtin jî bi sûcê "şerê li dijî dewletê" bi cezayê darvekirinê re rû bi rû mane.
Dadgehên Şoreşê û îtirafên bi darê zorê
HRANAyê eşkere kir ku di hefteyên dawî de, bi taybetî piştî rageşiya leşkerî ya li herêmê, sepandina "îtirafên bi darê zorê" li girtîgehan zêde bûye û destûr nayê dayîn ku girtî bi parêzerên xwebexş re hevdîtinê bikin.